Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Amerîkî kir

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 9ê Gulanê pêşwazî li Wekîla Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo Karûbarên Ewlehiya Sivîl û Demokrasî û Mafên Mirovan Azra Ziba û şanda ligel wê kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civîneka ku Balyoza Amerîkayê ya Iraqê û hejmareke berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê tê de amade bûn de, tekezî li ser parastina mafên mirovan û berdewamkirina demokrasî û azadiyan li Herêma Kurdistanê hat kirin. Di civînê de, danûstandin li ser rol û bandorên rêxistinên nehikûmî di civakê de û rewşa koçber, penaber û pêkhatan jî hat kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir, “Her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser hin têbînî û kêm û kasiyên di warên mafên mirovan û azadiyan de li hev guhertin û li ser giringiya berdewamkirina alîkariyên hevpar ên aliyên peywendîdar ên her du aliyan ji bo baştirkirina wan waran li Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn, herwiha tekezî li ser berdewamkirina nirxên hevpar û parastina mafên pêkhatên neteweyî û dînî kir”.

Wekîla Wezareta Derve ya Amerîkayê pesnê ferhenga pêkvejiyan û lêborîn û pirrengiyê li Herêma Kurdistanê da û da xuyakirin, welatê wan ji bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê pêxemetî berdewamkirina warên mafên mirovan û azadî û demokrasiyê û rolê qanûnê piştevaniya Herêma Kurdistanê dike weke hevpareke girîng a Amerîkayê.

Kurdistan Haberleri

Efrîn: Roja Zimanê Kurdî bi daxwaza fermîbûnê hat pîrozkirin
Elî Zeydî wekî Serokwezîrê Îraqê dest bi kar kir
Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Mem Ararat: Ez ne xulamê bavê ti kesî me
TIRKIYE - Amerîkayê fermandarekî Ketayîb Hizbulahê desteser kir