Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Cîgirê Serokê Amerîkayê kir

Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence, serdana Hewlêrê kir û ji alîyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Navenda Nûçeyan- Îro Şemîyê (24.11.2019) seat 16.00, Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence serdana Hewlêrê kir û ji alîyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Serokê Encûmena Wezîran Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir, Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran Qubad Talabenî û hejmarek berpirsên Herêma Kurdistanê beşdarî pêşwazîkirin û civîna ligel Cîgirê Serokê Amerîkayê bûn.

Derbarê serdana xwe de Mike Pence got: “Li ser navê Serok Trump ji bo bihêzkirina hevkarîya gelê Kurd û Amerîkayê ya li dijî terorê min ev serdan pêk anîye. Serok Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurd dizanin ku Amerîka her tim piştgirê wan bûye.”

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist