Nêçîrvan Barzanî li Almanyayê ye; Parlamenterên Alman serdanê giring dibînin

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdanekê li Almanyayê ye û îro li Berlînê bi Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz û hejmarek berpirsên din ên wî welatî re dicive.

Serokê Herêma Kurdistanê di civîn û hevdîtinên xwe yên ligel berpirsên Almanyayê de, dê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, xurtkirin û berfirehkirina hevkariyên hevbş ên navbera Hewlêr û Berlînê di warên leşkerî û mirovî de gotûbêj bike.

Endamê Parlamentoya Almanyayê yê Partiya Keskan û Endamê Komîteya Mafên Mirovan Max Lucks li ser serdana Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Ew hevdîtin zêde girîng e û wê yekê nîşan dide ku Herêma Kurdistanê-Iraq bo Almanyayê yek ji nêzîktirîn hevpeymanên navçeyê ye.”

Nêzîkî sê mehan e hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatiye rawestandin û wê yekê nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de zêdetir kirine.

Almanya ku bihêzbûna Herêma Kurdistanê weke mifteya istiqrara aborî û siyasî ya li Iraqê dibîne, dixwaze ku di demeke herî nêzîk de çareseriyek ji bo pirsgirêkênên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê dîtin.

Cîgira Serokê Fraksiyona Keskan li Parlamentoya Federal a Almanyayê, Agnieszka Brugger derbarê serdanê de wiha dibêje: “Civîneke pir girîng e û her wiha qedirzaniyeke wê ya pir mezin heye ji bo ku şêwirmendê Komara Federal a Almanyayê bi taybetî wê demê ji bo wê civînê terxan dike. Ev tê wateya ku em li ser têkilî û gotûbêjan berdewam in. Em guh didin rewşa deverê. Hêj pêdiviya xelkê bi alîkariyan heye, bê guman ev serdaneke pir û bêhed girîng e, ku em hemû bi kelecan li hêviya wê ne û em bi vê serdanê dilxweş in.”

Almanya ku piştî derketina DAIŞê piştevaneke girîng a Hêzên Pêşmerge bû û 2.4 milyar euro pêşkêşî koçberên êrîşên DAIŞê kiriye, ji nêzîk ve çavdêriya hewildanên ji bo nehîştina tevgerên DAIŞê dike û aniha ji vejîna rêxistinê nîgeran e.

Berpirsê Komîteya Têkiliyên Derve ya Partiya Keskan Jürgen Tritten jî têkildarî serdana Nêçîrvan Barzanî ya bo Almanyayê dibêje, “divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal nakokiyên xwe yên bi hev re çareser bikin. Ji ber ku diyar e ku em naxwazin yekparçeyiya xaka Iraqê bixin jêr pirsyarê, lê em dixwazin ku Herêma Kurdistanê li wir bibe navçeyeke bihêz û geş.”

Rewş û jiyana Kurdên Êzidî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dê mijara sereke ya hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî û berpirsên Almanyayê be ku dixwazin riyên nû bibînin daku zêdetir giringiyê bidin vê civakê û bi alîkariya Serokê Herêma Kurdistanê Rêkeftina Şingalê cîbicî bikin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin