Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin

Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin

.

A+A-

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê îro, 02.05.2025an ragihand ku yekem bûyera nexweşiya tayê xwînrijandina Kirim-Kongoyê (CCHF) li Herêma Kurdistanê hat tomarkirin.

Berdevkê wezaretê Serkar Surçî got ku nexweş, qesabekî 42 salî yê ji Koyê, parêzgeha Hewlêrê ye, li nexweşxaneyeke herêmî di bin çavdêriyê de ye û rewşa wî stabîl e.

Ji aliyê din ve, li gorî daneyên li ber dest ji serê sala 2025an ve li Iraqê 36 kes bi vê nexweşiyê ketine û ku ji wan 7 kesan can daye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin