
Şirketa Çînî li Xaneqînê rezervên nû yên petrol û gazê dîtin
.
Şirketa Çînî "Geo-Jade Petroleum"ê ragihand ku piştî xebateke 8 mehan li herêma Neftxaneyê ya nêzîkî navçeya Xaneqînê ya parêzgeha Diyalayê rezervên nû yên petrol û gazê keşif kirine.
Şirketê ji bo pîrozkirina vê keşfa girîng merasimeke taybet li dar xist.
Her çiqas qonaxa yekem a lêgerîna herêmê qediyabe jî, qonaxa duyem armanc dike ku bi heşt operasyonên sondajê yên nû mîqdara petrol û gazê ya li herêmê were destnîşankirin.
Birêvebirê Meydanên Petrolê yên Parêzgeha Diyalayê Emîr Mehmûd di daxuyaniya xwe de got:
"Berî ku ev lêkolîn bên temamkirin, ne mimkun e ku em miqdar û naveroka rezervan bizanibin. Li gorî encamên kolanê dê potansiyela herêmê zelal bibe."
Navçeya Xaneqînê ku meydanên petrolê yên Neftxane, Gelabed û Incan lê ne, yek ji wan herêmên Kurdistanî ye ku wek "herêmên nakok" tên nasîn û di navbera hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de nakokiyên li ser birêvebirin û parvekirina dahatê berdewam dikin.
Rayedarên Herêma Kurdistanê dibêjin ku Hikûmeta Federal li van herêman yekalî tevdigere û xelkê herêmî û hikûmeta Kurdistanê ji pêvajoyê tên dûrxistin.
Endama Parlamentoya Îraqê Sûzan Mensûr jî di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de got:
"Divê xebatên bi vî rengî li derveyî agahdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê neyên kirin. Divê xelkê herêmê jî ji van projeyan sûdê wergire."
Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Îraqê Besam Mihemed jî got: "Em bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re tim di hevahengiyê de ne.
Divê projeyên bi vî rengî li gorî berjewendiyên neteweyî bên pêkanîn."
Ji bilî dîtina rezervên nû, şirketa Geo-Jade Petroleum ji bo zêdekirina hilberînê li meydanên kevn ên Xaneqînê jî xebatan dimeşîne.
Ev bipêşveçûn ji aliyê rayedarên herêmî ve bi dilxweşî hat pêşwazîkirin û daxwaza zêdekirina veberhênanan li herêmê hat kirin.
Bîra yekem a petrolê ya li Neftxaneyê sala 1925an ji aliyê şirketeke Brîtanî ve hatibû vekirin.
Ji wê demê ve li vê herêma sînorî ya li başûrê rojhilatê Herêma Kurdistanê zêdetirî 42 bîr hatin vekirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin