Nêçîrvan Barzanî: Kabîneya nehem hewsengî ragirtîye û di proseya çaksazîyê da berdewame

Serokê Herêma Kurdistnê Mesrûr Barzanî ji hevpeyvîneka ligel malpera Almonîter behsa rewşa Iraqê, hewla parlementerên Iraqê ya derxistina hêzên bîyanî ji nava Iraqê û rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragirtina hevsengîyê da kir.

Navenda Nûçeyan- Nêçîrvan Barzanî ragihand hewlên parlementerên şêe bo derxistina hêzên Amerîka bêyî lihevlirina ligel kurdan û sunneyan baş nîne û ne destûrî ye.

Herwiha Barzanî got:”Divê em di destpêkê da bipirsin, hêzên Amerîkayê çima li Iraqê ne? Ew li ser daxwaza Iraqê di sala 2014an bi rawêj ligel encûmena asayîş bo cenga dijî DAIŞê li vir in. Bicîhiştina wan karîgerîyê wê li şerê DAIŞê bike.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî behsa karûbarên hikûmeta nehem a Herêma Kurdistanê jî kir û hikûmeta nehem a Herêma Kurdistanê piştî şerê DAIŞê karîye peywendîyên baş ligel Bexdayê encam bide û dest bi encamdana çaksazîyan kirîye karê xwe bibaşî dike.

Di berdewamîyê jî da li ser peywendîyên Herêma Kurdistanê û Tirkîyê jî Nêçîrvan Barzanî da zanîn Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civîneka baş ligel Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan encam daye û li ser peywendîyên baş wê berdewam bin.

Barzanî daxwaza wê yekê dike ku PKK û Tirkîye jî bi rêya dîyalogê kêşeyan çareser bikin û penahê bo şer nebin.

Di berdewamîyê jî da Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ew naxwazin Iraq bibe navenda şerê meydanî bo Amerîka û Îranê.

Derbarê pirsa kongreya Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) jî da Barzanî daye zanîn ku YNKê kongreya xwe encam daye û bo çareserîya pirsan encûmenek pêk anîye. Lêbelê heta aniha nayê zanîn bê kak î serokê hizbe ye.

Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Çalakiyên berfireh bi hilkefta 22ê Pûşperê li Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve diçin
Riha û Urmiye bûn destbirak
Şêwirmendê Ewlekariyê ya Iraqê: Divê mûçeyên karmendên Kurdistanê bên dabînkirin
Trump nameyeke gumrikê ji 7 welatên nû re şand!
Dadgehê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo 13 kesan îdam û 219 sal ceza da