Nêçîrvan Barzanî ji bo Şengalê peyamek belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di pêncemîn salvegera jenosayda kurdên Êzîdî de, peyamek belav kir û daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ku “komkujiya kurdên Êzîdî weke jenosayd nas bike”.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di pêncemîn salvegera jenosayda kurdên Êzîdî de, peyamek belav kir û daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ku “komkujiya kurdên Êzîdî weke jenosayd nas bike”.

Îro 3 Tebaxa 2019, pêncemîn salvegera êrişa DAIŞê bo ser Şingalê û derdora wê û komkujiya Kurdên Êzîdî ji aliyê wê rêxistinê ve ye.

Bi vê helkeftê, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî peyamek li ser twîtterê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Di pêncemîn salvegera komkujiya kurdên Êzîdî de li Şingalê, em ji dil ve wan bi bîr tînin ku bûne qurbaniyên destê dilreqiyên DAIŞê li Kurdistanê û cihên din. Em ranawestin heta em terorê ji nav nebin û revandiyan jî venegerînin.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha di peyama xwe de ji Netewên Yekgirtî daxwaz kiriye “ji bo rêgirtina ji kiryarên hevşêwe, wê komkujiyê weke jenosayd nas bike”.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist