Nêçîrvan Barzanî îro diçe Tirkiyê û beşdarî di Foruma Dîplomasî ya Antalya de dike

.

 Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro bi serdanekê diçe Tirkiyê û dê beşdarî di Foruma Dîplomasî ya Antalya de bike.

Bi serpireştiya Wezareta Derve ya Tirkiyê û di bin navnîşana Xêzkirina Dîplomasiyê de, îro Înê 11ê Adara 2022an duyemîn Foruma Dîplomasî ya Antalyayê destpê dike û dê heta 13ê Adarê bo dema 3 rojan bidome.

Di forumê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel 12 serokkomar û serokwezîrên welatan beşdar dibe.

Di kevana wê forumê de dê çendîn hevdîtin di navbera serkirdeyên welatan de bên sazkirin û Nêçîrvan Barzanî jî dê li gel hejmarek serok û serkirdeyên welatên cîhanê bicive.

Di forumê de behsa krîzên cîhanî wek şer, hejarî, koçberbûn, guhertina keşûhewayê, teror û gefa grûpên tundrew û çend mijarên din bê kirin.

Roja yekem a forumê bi gotareke Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û Wezîrê Derve yê wî welatî Mevlut Çavuşoglu destpê dike û paşê dê sê panelên cuda bên lidarxistin.

Wezîrê Derve yên Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmyto Kuleba jî di Foruma Dîplomasî ya Antalyayê de beşdar in.

Serokê Ukrayanyê Volodymyr Zelensky bi online beşdarî di panela sêyem a roja destpêka forumê de ya bi navnîşana Berdêla Aştiyê Yan Lêçûnên Şer dike. Di heman panelê de Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, Serokkomarê Nîjeriya Mihemed Bazom û Serokkomarê Sloveniyayê Borot Pahor beşdar dibin.

Di duyemîn Foruma Dîplomasî ya Antalyayê de zêdetir ji 2000 kesan amade dibin, 12 serokkomar û serokwezîr, 64 wezîrên derve, berevanî û enerjiyê, 11 serokkomar û serokwezîrên berê û pêştir, Sekreterê Giştî yê NATO, berpirsên ajansên navdewletî yên Netewên Yekbûyî, berpirsên bilind ên Yekîtiya Ewropayê, hejmarek siyasetvan, kesayetên akademîk, bazirgan, şêwirmendên pilebilind ên serkirdeyan, medyakar, rojnamevan, pisporên enerjî, aborî, darayî û jîngehê û çalakvan di forumê de amade dibin.

Çavkanî / Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Pirtûka nu ya Eskerê Boyîk: Rêya jiyana min
PWK li Danîmarkayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bû
Heyeteke PWKyê li Almanyayê beşdarî şahîya 79 salîya avakirina PDKyê bûn
PDKyê di salvegera damezirandina xwe de 450 bûk û zava zewicandin
RAPIRSÎ - Ji sedî 97ê Kurdan perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin