Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê naxwaze Iraq bibe meydana yekalîkirina pirgirêkan

Di hevdîtinekê bi Balyozê Finlendeyê li Iraqê re, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasîya hevkarîya Finlendayê ji Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kir û tekez kir, hîna gef û metirsîyên terorê mane.

Navenda Nûçeyan- Herwiha ragihand, Herêma Kurdistanê naxwaze Iraq bibe meydana yekalîkirina pirsgirêk û nakokîyan û hewl dide aramî li Iraqê vegere.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê nû yê Finlendayê li Iraqê Vesa Hakkinen civîya û pîrozbahî li destbikarbûna wî wek Balyozê Finlendayê kir û hêvîya serkeftinê di karê wî de jê re xwast û tekezî li pêşvebirina zêdetir a pêwendîyên dualî di hemû wan de kir.

Ji alîyê xwe ve, Vesa Hakkinen behsa serdana xwe bo hêzên Finlendayê wek beşek ji hêzên Hevpeymanîya Navdewletî li dijî DAIŞê li Herêma Kurdistanê kir û û tekezî li berdewamîya hevkarîya welatê xwe di çarçoveya hêzên hevpeymanan de ji artêşa Iraqê û Pêşmerge kir, bi taybet di warê rahênankirinê de.

Guftûgokirina dawî pêşhatên rewşa Iraqê, bicihkirina daxwazên xwepêşanderên Iraqê, hewlên bo vegerandina aramîyê, pêwendîyên Hewlêr – Bexda û çareserkirina wan bi dîyalogê û li ser bingeha destûrê, rewşa abûr û derfetên webirhênanê li Herêma Kurdistanê, tewerên din ên hevdîtinê bûn.

 

 

 

Siyaset Haberleri

Kurd di berzexa şer û lihevhatina sar a Amerîka û Îranê de
Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin