Nêçîrvan Barzanî êrîşa li Fransayê şermezar kir

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevsozî û hevxemiya xwe ji bo malbatên qurbaniyan û ji bo gel û hikûmeta Fransayê nîşan da.

Îro înê 30ê Cotmeha 2020an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê, êrîşa li bajarê Nice yê Fransayê şermezar kir, ku di encama wê êrîşê de hejmarek welatî bûbûn qurbanî.

Nêçîrvan Barzanî di tweeta xwe de diyar kir: “Ez wê kiryara terorîstî şermezar dikim, ku li bajarê Nice yê Fransayê hejmarek welatî kire armanc û bûn qurbanî.”

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiya malbata qurbaniyan xwest û got: “Ez sersaxî pêşkêşî malbat û xizmên qurbaniyan û gel û hikûmeta Fransayê dikim. Di vê dema dijwar de ez hevsoz û hevxemê wan im.”

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê