Nêçîrvan Barzanî: "Em xelkê hedefgirtî li seranserê cîhanê ji jenosaydê biparêzin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera komkujkirina Cihûyan de ku wek Holokost (Holocaust) tê naskirin, ragihand: “Mixabin hêj gelek kar maye bihê kirin ji bo ku jenosayd li cîhanê dubare nebin.”

Navenda Nûçeyan- Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi boneya bîranîna qurbanîyên komkujîya Cihûyan ku li cîhanê wek Holokost tê naskirin, li ser twîttera xwe peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di vê peyamê de dibêje: “Roja bîranîna Holokostê vê yekê tîne bîra mirov ku mirovatîyê ji bo rawestandina jenosaydê û hizirkirina ji qurbanîyên wê gelek kar kirîye”, û tekez dike: “Lê mixabin rêyeke dûr û dirêj li pêşîya me ye, daku em xelkê hedefgirtî li seranserê cîhanê ji jenosaydê biparêzin.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha dîyar kirîye: “Divê em bêjin nabe ti caran ew yek dubare bibe, ew jî bi sîyaset û mekanîzmeke guncaw tê kirin.”

Îro Duşemê 27ê Çile salroja bîranîna qurbanîyên komkujkirina Cihûyan e, ku di şerê cîhanî yê duyem de û di navbera salên 1941 heta 1945an de ji alîyê rejîma Nazî ya Almanyayê ve nêzîkî 6 milyon Cihû hatin komkujkirin.

 

 

Siyaset Haberleri

Çalakiyên berfireh bi hilkefta 22ê Pûşperê li Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve diçin
Riha û Urmiye bûn destbirak
Şêwirmendê Ewlekariyê ya Iraqê: Divê mûçeyên karmendên Kurdistanê bên dabînkirin
Trump nameyeke gumrikê ji 7 welatên nû re şand!
Dadgehê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo 13 kesan îdam û 219 sal ceza da