Nêçîrvan Barzanî: Em dê alîkarîya birayên xwe li Sûrîyê bikin

Serokê Herêma Kurdistanê di gotara xwe ya li Davosê, amaje bi berdewambûna krîza Sûrîyê kir û got, “Tiştê girêdayî bi me, em dê alîkarîya birayên xwe li Sûrîyê bikin, Kurdên Sûrîyê. Ev jî heya bigihên çareserîyeke sîyasî di çarçoveya cografîya Sûrîyê de.”

Navenda Nûçeyan-Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê di panelekê de derbarê alozî û girjîyên li Iraq û Rojhilata Navîn, rewşa xwepêşandanên li Iraqê û karîgerîya bûyer û alozîyên li Iraqê li ser Herêma Kurdistanê û herwiha krîza Sûrîyê û rewşa Rojavayê Kurdistanê, gotarek pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî derbarê rûdan û alozîyên li Iraqê û karîgerîya wê rewşa aloz li ser Herêma Kurdistanê ragihand, “Em xwe ji bûyerên Iraqê cuda nabînin. Bûyerên li Iraqê karîgerîyê li ser Herêma Kurdistanê dikin.”

Derbarê rola Herêma Kurdistnê li alozîyên li Iraqê, Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê her hewlekê dide bo  aramkirina rewşa Iraqê û ragihand, “Li gel Bexdayê jî hewlên me berdewam in ji bo dîtina rêyekê bo rizgarbûna ji vê rewşa niha.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi temen û daxwazên xwepêşanderan kir li Iraqê û got, “Nivşê niha yê Iraqê ji desthilatdarîya 16 heta 17 salên bihorî westîyane ku nikare pêwîstîyên wan ên bingehîn jî dabîn bike, lewma daxwaza jîyaneke baştir dikin.”

Li ser biryara parlamentoya Iraqê derbarê derxistina hêzên bîyanî ji Iraqê, Nêçîrvan Barzanî got, ew a ku li parlamentoya Iraqê hat kirin karekî rast nebû, serîhildana DAIŞ û terorîzmê li Iraqê metirsîyeke cidî ye û Iraqê pêwîstî bi alîkarîya navdewletî û Amerîkayê heye û pêwîste hêzên Amerîkî li Iraqê bimînin.

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê rewşa xwepêşandan û xwepêşanderên Iraqê de got, “Ew a niha li Iraqê rû dide, em behsa nifşekê dikin ku temenê wan ji 15  heta 23 sal e, ne Sedam li bîra wan e û ne jî Amerîka. “Ev nifş daxwaza jîyaneke baştir dike li Iraqê. Xwe berawird dike li gel hemû cihên din... Ev nifş îro westîyaye ji hikûmetên 16 bo 17 sale ku nikarin kêmtirîn asta xizmetguzarîyan bo dabîn bikin.”

 Rûdaw

 

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da