Nêçîrvan Barzanî: Em bang li aliyên siyasî yên Iraqê dikin ku ji bo diyalogê werin Hewlêrê

.

erokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser xwepêşandan û rewşa dawî ya Iraqê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew fikareke kûr li rewşa siyasî ya Iraqê dikin û Herêma Kurdistanê dê weke her carê bibe beşek ji çareseriyê û got, “Em ji ber rewşa Iraqê bang li aliyên siyasî yên pêwendîdar ên Iraqî dikin ku werin Hewlêr a paytexta xwe a duyemîn û dest bi diyalogeke vekirî û berfireh bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemê li ser xwepêşandanên ku ev çend roj in li Bexdayê tên kirin bang li aliyên siyasî yên Iraqê kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan dest bi diyaloga rasterast bikin û di vê rewşa hestiyar de, alozbûna zêdetir a rewşê dê aştiya civakî, ewlehî û aramiyê bixe xetereyê.

 Nêçîrvan Barzanî anî ziman, “Herêma Kurdistanê dê weke her carê bibe beşek ji çareseriyê, lewra em ji ber rewşa Iraqê bang li aliyên siyasî yên pêwendîdar ên Iraqî dikin ku werin Hewlêr a paytexta xwe ya duyemîn û dest bi diyalogeke vekirî û berfireh bikin û li ser bingeha berjewendiyên bilind ên welat bigihin rêkeftinekê. Ti pirsgirêkeke ku bi diyalogê neyê çareserkirin nîne.”

Li Bexda ya paytexta Iraqê ev çend roj in alîgirên Muqteda Sedr li dijî berbijêrê serokwezîriya Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî xwepêşandanan dikin û ketine nav Parlamentoya Iraqê.

Kurdistan Haberleri

Pîrozkirina Roja Alaya Kurdistanê Li Danîmarka
PWK: Em Çêr û Heqaretên Li Hemberî Leyla Zanayê Hatine Kirin Şermezar Dikin
Berdevkê ENKSê: Bêyî naskirina mafên Kurdan, aramî li Sûriyeyê pêk nayê
Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina ked, têkoşîn û bedelên gelê me û şehîdên me ne
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be