Nêçîrvan Barzanî derbarê xwepêşandanên Iraqê de peyam da

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî derbarê xwepêşandan û rewşa niha ya Iraqê de peyamek belav kir

 

Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî derbarê xwepêşandan û rewşa niha ya Iraqê de peyamek belav kir û di vê peyama xwe de daxwaza “parastina asayiş û seqamgîrîyê” dike û tekez dike, alozî û têkdana asayişê û ji kontrol derketina bûyeran, rewşê aloztir û dijwartir dike û ti tiştekî çareser nake.

 

Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji hemû alîyan jî dike, ku li ser xwe bin û tekez dike, ku “xwepêşandanên sivîl û aştiyane, mafekî destûrî û parastî ye” û tekez dike, lê belê “nabe ew maf ji bo tundûtîjî, pevçûn û derxistina alozîyê û derketina ji yasayê biguhere û gefê li asayişa giştî, têkdan û hilweşandina sazîyên dewletê bike.”

 

Nêçîrvan Barzanî di berdewamîya peyama xwe de dibêje, “pirsgirêkên li ser hev kombûyî yên Iraqê ne yên rojekê ne, belku tên serederî û siyasetên şaş ên bi dehan salên derbasbûyî yên hikûmetên berê yên Iraqê ne” û destnîşan dike, “ti hikûmetek li Iraqê nikare di şev û rojekê de wan pirsgirêkan çareser bike.”

 

Nêçîrvan Barzanî dibêje:“Bicihanîna xwestek û daxwazên gel, pêwîstî bi alîkarî û piştgirîya hemû hêz û alîyan e. Parastina asayiş û seqamgîrîya niha û parşojê li welat, erk û berpirsyarîya hemûyan e û pêdivî bi hûrbînî û zenbûna hemû alîyan heye.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike, ku Iraq niha di rewşeke hesas de ye, ku pêwîstî bi aramî û seqamgîrîyê heye û dibêje: “Alozî û têkdana asayişê û ji kontrol derketina bûyeran, rewşê xirabtir û dijwartir dike, ti tiştekî çareser nake û hemû gelên Iraqê tê de zirarê dibînin. Em daxwaz dikin ku hemû alî li ser xwe û aram bin, yasayê biparêzin û berjewendîya welat bidin ber çavan.”

 

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin