Nêçîrvan Barzanî Cejna Êzî ya Kurdên Êzidî pîroz kir

.

 Serokê Herêma Kurdistanê di Cejna Êzî ya Kurdên Êzidî de got, “Kurdistan dê her wekî welatê bihevrejiyanê ji bo hemû pêkhateyan bimîne.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Cejna Êzî ya Kurdên Êzidî peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Cejna Rojî ya Êzî bi germî li rêzdaran Mîr û Civata Rûhanî û tevahiya xwişk û birayên me yên Êzidî li Kurdistanê, Îraqê û li her cihekê bin, pîroz dikim.

Hêviya cejneke xweş û bêhnvedaneke aram û tena ji bo hemûyan dixwazim.

Em xwişk û birayên me yên Êzidî piştrast dikin ku Kurdistan dê her wekî welatê bihevrejiyanê ji bo hemû pêkhateyan bimîne û dê her piştevan û parêzvanê maf û daxwazên wan ên rewa be.

Her wiha dê ji bo baştirkirina rewşa jiyana wan û avedankirina deverên wan alîkar be.

Cejn li hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî."

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist