Nêçîrvan Barzanî Cejna Çilê Havînê pîroz kir

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêrçîrvan Barzanî, Cejna Çilê Havînê ya Kurdên Êzidî pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku Kurdên Êzidî cejneke xweş û aram derbas bikin û got:

“Ez cejna Çilê Havînê ya xwişk û birayên me yên Êzidî li birêz mîr û civata rûhanî û hemû Êzidiyên li Kurdistanê, li Îraqê û li hemû cihanê bin bi germî pîroz dikim.

Ez hêvîdar im cejneke aram û tena derbas bikin.”

“Çi ji me bê em dê bikin”

Serokê Herêma Kurdistanê careke din piştgiriya xwe ya ji bo Kurdên Êzidî bi bîr anî û li pey çû:

“Em bi vê helkeftê careke din hemû welatiyên xwe yên Êzidî piştrast dikin ku wekî her dem em dê alîkar, parêzvan û piştevanên maf û daxwazên wan bin û çi ji me bê em dê di her warî de xizmeta wan bikin.

Cejn li hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.”

Cejna Çilê Havînê cejneke sereke ya Kurdên Êzidî ye.

Kurdên Êzidî her sal 2yê Tebaxê vê cejnê bi çalakiyên cuda pîroz dikin.

Gelek Êzidiyên ku li derveyî welêt dijîn jî ji bo pîrozkirina vê cejnê berê xwe didin Başûrê Kurdistanê.

Kurdistan Haberleri

Rola wergerandinê di pêşxistina zimanê kurdî de - Salih Cefer *
Şaxewan Ebdullah: Birîna meaşan tawaneke dîrokî ye
12 rufatên kurdên Êzidî radestî malbatên wan tên kirin
Hevserokê MSDê: Projeya me ne federalîzm lê ne-navendî ye
Serokê DÎSÎDERê: Aştiya civakî garantiya aborî ye