Nêçîrvan Barzanî: Biryara dadgehê bê edalete û ya zorê ye

.

Dadgeha federal ya bilind ya Iraqê biryara betalkirina şandina 1 trîlyon dînarî ji bo Herêma Kurdistanê, bi sedema ku ne li gor hûqûqêye betal kir. Li ser biryara dadgehê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku biryar bi temamî bê edalete û bi zorê ye. Barzanî weha got:

“Ev biryar ne tenê hemwelatiyên Iraqê yên Herêma Kurdistanê, temamê pêvajoyê, îstîqrara siyasî û peymanên bi hukumeta federal re xistiye hedefa xwe. Diviya dadgeh berjewendiyên temamê pêkhateyan bida ber çav û divê dadgeh ew rewşa erênî ya ku dikare pirsgirêkan çareser bike, têk nebe.

Biryar, bi xwe re gelek guman û pirsan derxistiye ortê, biryara dadgehê ya di vê wextê de, gelek şubhe û bi dehan pirsan bi xwe re aniye ortê, qanûnekî nû ya ku dadgehê ji nûh de bilez ava bikin, tîne rojevê.”

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye