Nêçîrvan Barzanî bi balyozê Hollandayê re civiya  

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi balyozê Haollandayê yê Bexdayê bi Michel Rentenaar re li Hewlêrê civiya.

Di civînê de behsa têkiliyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi Hollanda re, halê sermaya biyanî ya veberhênanê li Kurdistanê, rola Hollandayê di nava koalîsyona li hemberê İŞİDê, hevdîtinên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de ku dewam dikin, çareseriya pirsgirêkan û behsa para Herêma Kurdistanê di budçeya Bexdayê de hatkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya koalisyona navdewletî de bi sedema ku Hollanda destekê dide Pêşmerge sipasiya Hollandayê kir. Her weha bo veberhênerên biyanî herin Herêma Kurdistanê û Iraqê, amadekirina zemîna bûyerê, afirandina hênsankirina veberhênanê, qanûnên teşwîqan, pêşdebirina sîstema karê bankayê û li ser avêtina gavên li ser van mijaran axifîn.

Di civînê de her weha balyozê Hollandayê yê Kurdistanê Hans Akerboom jî amade bû. Behsa azadiya çapemeniyê û ramanê, hilbijartinên Iraqê û girîngiya hebûna çavdêran yên navdewletî ji aliyê NY û YA yê de mijarên wan bûn.

Mijarên pêvajoya reforman yên li Kurdistanê û li Iraqê, ewlehiya Iraqê, îstîqrar û başkirina aboriyê mijarên wan yên din bûn ku li ser wan axifîn.

Kurdistan Haberleri

Trump: Şer dê di demeke nêz de bi dawî bibe û cîhan dê aramtir bibe
Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê ne beşeke aloziyan e
Di nav 2 saetan de 4 dron avêtin Hewlêrê
Bafil Talebanî: Niha dema yekîtiyê ye
Sûdanî bangî hêzên ewlehiyê kir: Êrişkaran desteser bikin