Ne Kuçeyên Barcelonayê, Kuçeyên Amedê Ne!

Mamosteya wêneyê, bi xêzên xwe kuçeyên Amedê dixemilîne. Mamoste Nazli Ergen, bi projeya ku pêşkêşî şaredariya Rezan a Amedê kiriye, li kolanên navçeya Rezan dîwaran bi hunera xwe bi teşe dike. Mamoste dibêje; cara yekemîn e xebateke wiha li Amedê çêdibe

Mamosteya wêneyê, bi xêzên xwe kuçeyên Amedê dixemilîne. Mamoste Nazli Ergen, bi projeya ku pêşkêşî şaredariya Rezan a Amedê kiriye, li kolanên navçeya Rezan dîwaran bi hunera xwe bi teşe dike. Mamoste dibêje; cara yekemîn e xebateke wiha li Amedê çêdibe û kêfxweşiya zarokên taxê dibe sedem ku ew jî vê hunerê bi dilxweşî pêşkêş bike.

Çend jinên Amedî, bi pêşengiya Mamoste Nazli Ergen; kolanên Amedê dixemilînin. Nazli Ergen mamosteya wêneyê ye û bi rêya projeyekê xwestiye kolanên navçeya rezan, bi xêzên xwe bixemilîne. Projeya mamoste, ji aliyê Şaredariya Rezan a Amedê ve hatiye qebûlkirin û wê jî digel dost û hevalên xwe dest bi çêkirina projeyê kiriye û ev mehek e bi dildarî kuçeyên navçeya Rezan dixemilînin. Nazli Ergen dibêje; min berê li Stenbolê xebateke wisa kiribû, niha cara duyemîn e ku ez vî karî li Amedê dikim.

Mamoste Nazli Ergen got: "Beriya niha ez li Stenbolê bi projeyeke wiha re bilî bûbûm. Piştî ku ez hatim Amedê, min got; çima li Amedê jî tiştekî wisa çênebe? Em li hinek kuçeyên teng geriyan û me qadên tarî tercîh kir da ku hem ew qad ronî bibin hem jî cihên rûxandî werin nûjenkirin. Li Tirkiyeyê hînkirina xêzan zêde belav nebûye. Li vê derê jî zarokên me yên ku dersên xêzkariyê nedîtine, gelek in. Ji ber vê jî em fikirîn ku cihê herî guncav, Taxa Rezan e."

Xemilandina dîwarên Amedê, xeyaleke Nazli Ergen bûye. Piştî projeya wê qebûl bûye, ew digel hevalên xwe kuçe bi kuçe geriyaye da ku ji bo pêkanîna projeyê, dîwarên guncav bibîne. Hevalên Nazli Ergen jî hemû bi dildarî alîkariyê wê dikin û êdî ew jî li nav van taxan, hem ji aliyê zarokan ve hem ji aliyê mezinan ve bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin. Sumeyra Çîçek xwendekara beşa xêzkariyê ye Çîçek jî dibêje; armanca min hem pêşketina vê hunerê, hem jî şadkirina dilên zarokan e.

Sumeyra Çîçek dibêje: "Piştî ku min xebatên Mamoste Nazli dîtin, min xwest ez jî piştgiriya wê bikim. Beriya niha em dîsa li ser projeyekê bi hev re xebitîbûn. Di vê projeyê de jî min hem ji bo piştgiriyê, hem jî ji bo pêşketina xwe tevkarî kir. Ev mehek e, em hemû bi hev re li vê derê dixebitin."

Li ser dîwaran, ji sûretên jinan heta cureyên dar û kulîlkan; ji cureyên ajalan heta gerstêrkan; gelek teşe hatine çêkirin. Armanca Nazli Ergen ew e ku heta dawiya betlaneyê ango destpêkirina dibistanan, ev kuçe bi temamî werin xemilandin. Mamosteya ku niha di dibistaneke taybet de mamostetiya xwe didomîne; dixwaze ku projeyên bi vî rengî zêdetir bike û hunera xemilandina kuçeyan, li nav civakê zêdetir belav bibe.

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!