Navenda Nûçeyan- Peyamnêra Rûdawê, Peyam Serbest ragihand, bi amadebûna nûnerên Pirtûka Guinnessê, nimayişkirina dirêjtirîn qirdîleya Penceşêrê li Silêmanîyê birêve çû, ku dirêjîya wê 7 kîlometre û 300 metr bû.
Çalakî ji alîyê Rêxistina Avî ve hatîye organîzekirin û Tora Medyayî ya Rûdawê jî sponsorîya medyayî ya çalakîyê kir.
Pêştir dirêjtirîn qirdîleya Penceşêrê li welatê Hindistanê hatibû nimayişkirin ku dirêjîya wê 7 kîlometre û 165 metr û 20 santî metre bûye û di pirtûka Guinness de hatibû tomarkirin. Sala 2018ê jî li bajarê Dubay yê Îmaratê qirdîleyeke din hatibû nimayişkirin ku dirêjîya wê 4 kîlometre û 103 santîmetre bû.
Îro Roja Cîhanî ya Rûbirûbûna Penceşêrê ye. Her sal di 4ê Sibatê de bi vê boneyê hejmarek çalakî û kempîn li seranserê cîhanê derbarê nexweşîya penceşêrê de tên birêvebirin.
Dirûşma îsal a Roja Cîhanî ya Rûbirûbûna Penceşêrê ev e; “Ez heme û ez dê her bimînim”, ku armanc ji vê dirûşmê piştevanîya li wan kesan e ku bi nexweşîya Penceşêrê ketine.
Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) ragihandîye, rêjeya tûşbûna bi nexweşîya Penceşêrê li welatên hejar û welatên ku dahateke navendî hene, zêde dibe û tekez kirîye, ew pêşbînî dikin, heta sala 2040 li wan welatan rêjeya kesên tûşbû bi Penceşêrê bi qasî %81 zêde bibe.
Rûdaw