Navçeyên Kurdistanî li benda vegera Pêşmerge ne

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge radigihînê, Pêşmerge çaverêyî Wezareta Berevanîyê ya Iraqê ye, ji bo destpêkirina civîna wan a derbarê vegera hêzên wan bo navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Navenda Nûçeyan- Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Cemal Êmînkî ji K24ê re aşkere kir, Hikûmeta Iraqê û Hevpeymanîya Navdewletî gihîştinê wê bawerîyê, ku bêyî hêzên Pêşmerge ew nikarin navçeyê kontrol bikin.

Tekez kir jî, rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne cîgir e û çend navçe bi şevê dikevin bin kontrola çekdarên DAIŞê.

Di wê derbarê de, Endamê Komîta Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Mihyedîn Hesen ji K24ê re ragihand, Negihîştina Hewlêr û Bexdayê ji rêkeftina re ji bo vegera Pêşmerge û birêvebirina hevbeş ji navçeyên Kurdistanî re, bû sedemek ku şaneyên razayî yên DAIŞê bimînin.

Mihyedîn Hesen dîyar dike jî, piştî biryara Perlemana Iraqê ya derkirina hêzên bîyanî ji Iraqê, hêzên Hevpeymanîya Navdewletî şerê xwe li dijî DAIŞê rawestandin, ew jî metirsî ye ku DAIŞ vegera û beşek ji wan navçeyan kontrol bike.

 

K24

 

 

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin