Navçeya ku aşxaneyên wê feqîran diezimînin xwarinê!

Li navçeya Depê ya Elezizê ya Bakurê Kurdistanê aşxane xwarinê bêpere dide wan kesên ku pêdivîyan wan pê heye

Li navçeya Depê ya Elezizê ya Bakurê Kurdistanê aşxane xwarinê bêpere dide wan kesên ku pêdivîyan wan pê heye.
Ev 70 sal in li navçeya Qereqoçanê/Depê ev adet dom dike û di her aşxaneyê de ji bo wan cî hatine veqetandin; yên pêdivîyên wan hebin li wê xwarina xwe dixwin.

Xwedîyê aşxanêye Mehmet Ozturk dibêje, rojê 20 kes li aşxaneya wan xwarin dixwin û ew bi vê yekê gelek bextewar dibe û dibêje qezenckirina milyonan jî evwqas wî bextîyar nake. Ew xwarinê didin wan kesên feqîr bêyî ku ew pê rencîde bibin.

Remezan Ayetem  jî dibêje ji xwe yên pêdiviyên wan bi xwarinê hene di rewşa wan de xuya dibe, carna em  wan kesên feqîr ku ber aşxaneyê de derbas dibin, diezimînin xwarinê. 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist