NATOyê plana navçeya Baltikê pesend kir

Encamnameya civîna NATOyê hat belavkirin û di encamnameyê de hatîye tekezkirin ku plana derbarê berevanîya navçeya Baltikê de hatîye pesendkirin.

Navenda Nûçeyan- Encamnameya civîna NATOyê hat belavkirin û di encamnameyê de hatîye tekezkirin ku plana derbarê berevanîya navçeya Baltikê de hatîye pesendkirin. Herwiha di encamnameyê de cih bi YPGê nehat dayîn ku Erdogan berî lûtkeya li Londonê weke mercek danîbû ku “divê NATO YPGê weke ‘rêxistineke terorî’ bê naskirin û piştgiryê bide êrişa li ser Rojavayê Kurdistanê” û dîyar kiribû ku eger ev merc neyên qebûlkirin, ew plana NATOyê ya derbarê welatên Baltik de erê nake.

Civîna welatên endamên NATOê ya li Londona paytexta Brîtanyayê bi dawî hat û encamnameya wê civîn hat belavkirin.

Di encamnameyê de tê tekez kirin ku plana derbarê berevanîya welatên Baltikê û plana Polonyayê hatine erêkirin.

Herwiha di encamnameya NATOyê de cih bi, ‘rûbirûbûna terorê’ jî htîye dayîn û tekezî li ser têkoşîna li hember ‘hemû cûre terorîzmê’ hatîye kirin.

Derbarê Çînê de tê gotin, “Zêdebûna bandora Çînê û fersend û ezmûnên ku ji polîtkayên navdewletî derketine holê divê em weke tifaq li ser rawestin.”

Li ser lêçûnên berevanîyê yên endamên NATOyê de jî tê gotin, “Lêçûnên bo berevanîya endamên NATOyê, jibilî Amerîkayê, ev 5 sal e zêde dibin. Ji bo berevanîyê zêdetir ji 130 milyar dolaran weberhênan hatîye kirin.”

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Şer bandorê li Sûriyeyê jî dike, 5 mirî hene
Senator Feraud: Pêwîst e Kurd di paşeroja Îranê de li ber çavan bên girtin
Bi mûşek û dronan êrişî Kampa Azadiya hat kirin
Hilbijartina rêberê nû yê Îranê gihişt kîjan qonaxê?
Zalmey Xelîlzad: Divê Kurd agahdar bin, dibe ku ev derfet careke din neyê