NATO bang li Rûsyayê dike hêzên xwe ji sînorê Ukraynayê vekişîne

.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand, hevpeymaniya wî bang li Rûsyayê dike, hêzên xwe ji sînorê Ukraynayê vekişîne û ev yek divê bibe “pêngava yekem a çareserkirina krîzê”.

Stoltenberg îro Şemiyê li Konferansa Asayîşê ya Munichê de got: “Em bang li Rûsyayê dikin, hêzên xwe ji sînorê Ukraynayê vekişîne. Pêwîst e ev yek bibe gava yekem li ser rêya çareseriyeke aştiyane.”

Herwiha bang li Rûsyayê kir, ji bo çareserkirina krîza Ukraynayê, rêbazek dîplomatîk hilbijêrin. Da zanîn jî, ewlehiya li Ewropayê li ser bingeha hevahengiya bi Amerîka re ava bûye, ev jî di her du şerên cîhanî de hatiye piştrastkirin.

Stoltenberg diyar kir, NATO hîn jî ji Rûsyayê re pêşniyar dike ku di warê çavdêriya çekên konvansiyonel û nukleerî de, zincîreyek ji gotûbêjan bike û got: "Ez dixwazim vexwendina xwe ji Rûsyayê re nû bikim ji bo lidarxistina rêze civînan ji bo gotûbêjkirina mijarên kêmkirina metirsiyan û çavdêriya çekên konvansiyonel û nukleerî."

Sekreterê Giştî yê NATOyê destnîşan kir jî, bûdceya leşkerî ya hemû welatên NATOyê ji sala 2014an vir ve 270 milyar Dolar zêde bûye, ew jî ji bo pêşîgirtina şer.

Siyaset Haberleri

Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin
Serokê Diyarbakirsporê hat girtin: Xwe wekî 'karmendê MÎTê' da naskirin
Mesrûr Barzanî û Heval Ebûbekir li ser şewatên li Silêmaniyê axivîn
Rafael Grossi: Me li Sûriyeyê bi tonan madeyên atomê dîtin
Sedema teqîna li avahiya Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê diyar bû