Nasnameya zêdetir ji 2 hezar girtî ji rojhilatê Kurdistanê hat aşkere kirin.

Malpera Hengaw a Mafên Mirovan navên girtîyên xwepêşandanên meha derbasbûyî li Rojhilatê Kurdistanê eşkere kirîye, ku heta niha zêdetir ji 2 hezar xwepêşander ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin.

Navenda Nûçeyan- Wê malperê ew yek jî eşkere kirîye, operasyonên li ser malan, ji alîyê Hêzên Ewlekarîya Îranê ve berdewam in û heta niha, çarenivîsa gelek girtîyan nedîyar e.

Ji 15 meha  bûrî ve xwepêşandan li piranîya bajarên Îranê û Rojhelata Kurdistanê li dijî birîyara hikûmetê bo zêdekirina buhayê Benzînê destpê kirin û bi hezaran xelk ji alîyê desthilatên Îranê ve hatine girtin. Li gor rêxistina Lêborîna Navdewletî, zêdetir ji 200 kes jî hatine kuştin.

 Çavkanî: K24

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist