Nasnameya 160 çekdarên DAIŞê yên ku di kuştina êzîdîyan de beşdar bûne, eşkere bû

NY ragihand, nasnameya komek çekdarên DAIŞê yên ku kurdên êzîdî komkuj kirine, eşkere bûye.

Navenda Nûçeyan- Serokê tîma NY ya ku sûc û tawanên DAIŞê li Iraqê lêkolîn dike, Kerîm Esedxan ragihandîye, nasnameya 160 çekdarên DAIŞê yên ku di kuştin û komkujkirina kurdên êzîdî de beşdar bûne, eşkere bûye.

Kerîm Esedxan daye zanîn, ew niha mijûlî wê ne li dadgehê gilî li wan çekdarên DAIŞê bikin.

Tîma NY ya lêkolînkirina sûcên DAIŞê, par hatibû avakirin.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist