Nasir Herkî: Valatîyek zêde ya ewlehîyê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de heye

Endamê lijneya navxwe li Parlamentoya Iraqê ragehand, valatîyek zêde ya ewlehîyê di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de heye û pêwîste her du alî li gel yek seqamgirîya navçeyê ava bikin.

Navenda Nûçeyan - Endamê lijneya navxwe û berevanîyê li encûmena nûnerên Iraqê Nasir Herkî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Demeke terorîstên DAIŞê li sînorê navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê dest bi tevgerê kirine û me jî hewl daye li parlamentoya Iraqê bo ew navçeyên ku pirsgirêk li ser hene ew valatîya ewlehîyê bê dagirtin ku navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de heye.’’

Herwaha got: ‘’Heta naha artêşa Iraqê nekarîya kontrola wan navçeyan bike ku naha DAIŞê tevger lê ava kirîye û her nearamîyek li wan navçeyane rû bide, em dixin stûyê wezareta berevanîya Iraqê. Ji ber gelek civîn li gel wezareta Pêşmerge hatin kirin û wezareta Pêşmerge hemû amadekarîyek dîyar kir, lê wan piştguh xist.’’

Nasir Herkî got: ‘’Pêwîste hêzên Pêşmerge vegerin wan navçeyan. Ji ber xelk li gel hêzên Pêşmerge dikarin berevanîyekî zêdetir li navçeyên xwe bikin û li gel yek dikarin li gel artêşa Iraqê jî seqamgirîyê bo wan navçeyan vegerînin.’’

Basnews

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe