Namzetên Serbixwe yên Amedê lezê dan xebatên hilbijartinê

Namzedên  serbixwe gav bi gav li Amedê dixebitin; îro jî li Gêl(Eğil), Pîran û Hênê  bûn.

Namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ên Amedê Sait Aydoğmuş, Zeki Ekinci, îro (25.03.2019) li Navçeyên Amedê, li Egil, Pîran û Hênê  li gel Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, rêvebir û endamên PAK û PSKyê û hinek sîyasetmedarên Kurd ,  li esanafan û xelkê li gel stranên Kurdî yên ku ji otomobîla hilbijartınê ve di nav bajêr de bilind dibû, belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat belav kirin.Gel û esnafên Egil, Pîran û Hênê pêşewazîyeke germ nîşanî namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.

Li Pîran a kubajarê namzetê Bajarê Mezin ê Amedê Sait Aydoğmuş e, gel pêşewazîyeke taybet û germ nîşanî Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.

Li Hênê di dema gera li nav gel û esnafan de, baranê dayê  lê Tifaqa Welatperwer û Demokrat her xebata xwe ya li nav bajêr de berdewam kir.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist