Namzetên Serbixwe li Parka Mehmet Sîncar û Pira Kevir bûn

Bi çerçoweya xebatên hilbijartinê, Namzetên Serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat, li Qosera navçeya Mêrdînê,li Parka Mehmet Sincar û li Pira Kevir belavok belav kirin xwe bi esnafan dane naskirin.

Namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ên Mêrdînê û Qoserê Abdulkadîr Demîr û Şeyhmûs Ünal, roja 21.03.2019 li Qosera navçeya Mêrdînê, li Parka Mehmet Sincar û  li Pira Kevir  li gel Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, endamên Komîsyona Hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat a Mêrdînê û rêvebir û endamên PAK û PSKyê û hinek sîyasetmedarên Kurd, belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat li dikandaran û li gel  belav kirin.

 

Gel û Esnafên Parka Mehmet Sincar û  li Pira Kevir   yên Qoserê  eleqeyeke germ nîşanî Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist