Namzetên Serbixwe li navçeyên Mêrdînê belavok belav kirin

Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Mîdyat, Qubala, Rişmil, Omerlî yê belavok belav kirin

Namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ên Mêrdînê û Qoserê Abdulkadîr Demîr û Şeyhmûs Ünal, îro (13.03.2019) li Mîdyat, Qubala, Rişmil, Omerlî ya navçeyên Mêrdînê li gel endamên Komîsyona Hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat a Mêrdînê û rêvebir û endamên PAK û PSKyê û hinek sîyasetmedarên Kurd, belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat li dikandaran û xelkê belav kirin.

Di dema belavkirina belavokan de, ji otomobîla hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat jî marş û stranên Kurdî li nav bajaran de belav dibûn. Gel û esnafan pêşewazîyeke germ nîşanî namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist