Namzetên Serbixwe li 6 gerekan gerîyan

Namzetên Serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat  îro li Amedê , li 6 gerekan belavok belav kirin.

Namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ên Amedê Sait Aydoğmuş, Zeki Ekinci, Hidayet Fidan, Ramazan Kahramaner îro (27.03.2019) li gerekên Amedê belavok belav kirin.

Namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ên Amedê Sait Aydoğmuş, Zeki Ekinci,Ramazan Kahramaner, Hidayet Fidan, îro  li gerekên Şehitlik ,Hala Berê, Gazîler, bazara heftane ya gereka Gazîler, Bûlwara Firatê, Seyrantepe, Toplû Konutê ,  li gel  rêvebir û endamên PAK û PSKyê û hinek sîyasetmedarên Kurd,  li esnafan û xelkê, ligel stranên Kurdî yên ku ji otomobîla hilbijartinê ve di nav bajêr de bilind dibû, belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat belav kirin.

Gel û esnafên Şehitlik, Hala Berê, Gazîler, bazara heftane ya gereka Gazîler, Bûlwara Firatê, Seyrantepe, Toplû Konutê,  pêşewazîyeke germ nîşanî namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist