NAMZETÊ SERBIXWE YÊ BATMANÊ M. FEYYAZ EKMEN SERDANA ODEYA BIJÎŞKAN KIR

Odeya Bijîşkan pêşwazî li Namzetê Serbixwe yê Şaredariya Batmanê M. Feyyaz Ekmen û şanda pê re kir.

Roja Sêşemê 5ê Adarê, Odeya Bijîşkan pêşwazî li Namzetê Serbixwe yê Şaredariya Batmanê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat M. Feyyaz Ekmen û şanda pê re kir. Di şandeyê de Serokê Şaxa Batmanê ya PAKê Azîz Ozdemîr û endam û rêvebirên PAKa Batmanê cih girt.

Serokê Odeya Bijîşkan Dr. Selahattîn Oguz û Lijneya Rêvebiriyê, bi kêfxweşî pêşwazî şandeyê kir.

Di hevdîtinê de M.Feyyaz Ekmen xwe da nasîn û behsa şarezayîya xwe kir û got:

“Em ê şarezayîya pirzimanî geş bikin. Zimanê kurdî dê bibe zimanê sereke. Ji bo bajarên xwe yên têkçûyî cardin vegerînin ser nasnameyên xwe, em dixwazin çalakîyên çandî, civakî û werzîşî geş derînin pêş. Bo vejîna zimanê kurdî, em dixwazin li her taxê kursên zimanê kurdî û krêşên kurdî vebin. Em dixwazin bo kêmendaman navendên pîşeyî vekin û bo jinan navendên pêşvebirinê vekin. Em dixwazin pirsgirêkên xelkê digel xelkê çareser bikin. Ji bo vê jî beyî ku bikevin xewn û xeyalan, beyî ku xelkê xwe bi xeyalên fantastîk biwestînin, çareseriyan, digel xelkê bikin.”

Serok û rêvebirên Odeya Bijîşkan jî ji Namzetê Serbixwe yê Şaredariyê M. Feyyaz Ekmenî re gotin, bivênevêya demokrasîyê, pirdengî û vegotina fikra xwe di her şert û mercan de ye û bîr û raman û rexneyên xwe anîn zimên û serkeftinê jê re xwestin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist