NAMZETÊ SERBIXWE M. FEYYAZ EKMENÎ GUL DAN DESTÊ JINÊN BATMANÎ

Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê M. Feyyaz Ekmenî li kolana Diyarbekirê ya Batmanê bi hilkefta 8ê Adarê gul belav kirin û Roja Jinan li jinên Batmanî pîroz kir.

Îro bi hilkefta 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat M. Feyyaz Ekmenî li kolana Diyarbekirê bo jinên Batmanî gul belav kirin û Roja Jinan pîroz kir.

Feyyaz Ekmenî ji jinan re got: "Ne tenê îro, ez dixwazim sala 365 rojan bi we re bijîm."

Herwiha Birêz Ekmenî di axaftina xwe ya digel jinên Batmanî de got çawa ku xwîn di damar de diherike, jin jî damar in û jiyan tê de diherike.

Mehmet Feyyaz Ekmen herwiha li kolanê bang li mêran kir û got heke hûn kilamek ji jinên xwe re bibêjin ji sedî sed emîn im ku ew ê konsêrê ji we re bidin.

A balkêş ev bû ku di dema gulbelavkirinê de grûbek jin rastî Ekmenî hat û jê re gotin, em te nas dikim û dizanim tu kurd î û te ev gul nedana me jî me yê dengê xwe bidana te.

 

Siyaset Haberleri

Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin
Welatiyên Qamişlo li dijî buhabûn û nebûna xizmetguzariyan daketin kolanan
Serokwezîrê Brîtanyayê dev ji karê xwe berda
Xalid Ezîzî: Di Rêkeftina Amerîka û Îranê de xelk Nehatiye Berçavgirtin