NAMZETÊ SERBİXWE M. FEYYAZ EKMEN SERDANA BATSOYÊ KIR

Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat M. Feyaz Ekmen, bi çerçoweya xebatên hibijartinê çû serdana BATSOyê.

Îro Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Batmanê Abdulkadîr Demîr, pêşwazî li Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê M. Feyyaz Ekmenî kir.

Digel Feyyaz Ekmenî, Serokê Teşkîlata Batmanê yê PAKê Azîz Ozdemîr û hin endam û rêvebirên PAKê jî di şandeyê de bûn.

Di hevdîtinê de M.Feyyaz Ekmen, behsa projeya xwe ya bo şaredarîya Batmanê kir û got em ê şaredarîya Batmanê û ên welatê xwe jî, digel miletê xwe birêve bibin û wisa pê de çû: "Divê di şaredarîya me de her însan bêne temsîlkirin û beyî beşdarîya civaka sivîl birêvebirina şaredariyan ne pêkan e.

Serokê BATSOyê Abdulkadîr Demîr jî, serkeftinê ji M.Feyyaz Ekmenî re xwest û got digel ku karekî zehmet e bes pengaveka gelekî erênî ye ku alternatîfeke ava bike û divê ev rêya sêyem ku bûye alternatîf, xebatên xwe her bimeşîne.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist