Nadine Maenza: Biryara Mesrûr Barzanî ji bo navçekirina Enkawa cihê dilxweşiyê ye

.

Komîsyara Amerîkayê ya ji bo Azadiya Olî ya Navdewletî Nadine Maenza pesnê biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya navçekirina nahiya Enkawa da. 

Komîsyara Amerîkayê ya ji bo Azadiya Olî ya Navdewletî Nadine Maenza pesnê biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya navçekirina nahiya Enkawa da.

Nadine Maenza bi rêya hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Ez ji ber biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo navçekirina Enkawayê kêfxweş bûm.”

Maenza destnîşan kir: “Cihê dilxweşiyê ye ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryara navçekirina Enkawayê daye û nişteciyên Krîstiyan ên Enkawayê dikarin berpirsên xwe hilbijêrin û bi xwe biryar li îdare û birêvebirina Enkawayê bidin, ev pêngaveke girîng e.”

Duh roja duşemê 5ê Cotmeha 2021ê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Enkawayê kir û biryar da ku ev nahiye bibe qeza û xelkê navçeyê berpirsên îdarî bi xwe hilbijêrin.

Enkawa ji aliyê îdarî ve heta niha nahiye ye û ji aliyê cografî ve dikeve rojavayê bajarê Hewlêrê.

Piraniya nişteciyên wê deverê Kildaniyên ser bi Dêra Kildanî ya Katolîk in û bi dehan dêr li wê deverê hene û ji 2014an ve Enkawa navenda Dêra Rojhilat a Aşûrî ye.

K24

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn