Myanmar - Zêdetirî hezar kesî mirin û 376 kes jî birîndar bûn

.

 Li Myanmarê di du erdhejên mezin de hezar û 2 kes mirin û herî kêm 2 hezar û 376 kes jî birîndar bûn.

Doh li Myanmarê bi hêza 7,7 û 6,4 du erdhejên mezin rûda bûn.

Berpirsên Myanmarê eşkere kir ku hejmara kesên ku canê xwe ji dest daye gihîştiye hezar û 2 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 2 hezar û 376 kesan.

Tîma Ragihandinê ya Rêveberiya Leşkerî ya Myanmarê, derbarê erdhejên ku doh li wî welatî çêbûbûn de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta niha hezar û 2 kes ji ber erdhejan mirine, 2 hezar û 376 kes birîndar bûne û 30 kes jî hîn winda ne.

Li nêzîkî herêma Sagaingê ya li navenda Myanmarê du erdhejên bi hêza 7,7 û 6,4 pileyan çêbûbûn.

Erdhej bûn sedema wêraniyeke mezin li welêt û tirsa wê yekê heye ku hejmara kesên ku miribin zêdetir bibe.

Piştî erdhejê, artêşa welêt li şeş herêman rewşa awarte ragihand û daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî kir.

Her wiha welatên Çîn, Tayland, Hindistan û Bangladêşê jî ketin bin bandora erdhejê.

Myanmar welatekî Asyayê ye û cîranê Çîn, Taylandê, Bangladeş û Bûtanê ye û dikeve başûrê rojhilatê Asyayê.

Myanmar yek ji wan welatan e ku erdhej zêde lê çêdibin.

Her çiqas li ser xeta erdhejê nebe jî lê tenê di navbera salên 1930 û 1956an de, 6 erdhejên bi hêza 7 pîleyan an jî zêdetir welat hejandin.

Erdheja dawî sala 2016an bi hêza 6.8 pîleyên a Rîxterê pêk hatibû û di wê erdhejê jî de 3 kes miribûn.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist