Mustafa Ozçelîk û Mesût Tek li Mêrdînê cîvîna agahdarîyê pêk anî

Îro (23.04.2019) li Qoserê, li Teşkîlata PAKê ya Mêrdînê, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek di derbarê encamên hilbijartinê û pêşeroja Tifaqa Welatperwer û Demokrat da civîna agahdarîyê pêk anîn.

Di civînê da, pêşî Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Bedran Acar axavtineke kurt kir.
Piştî axaftina Bedran Acarî, Serokê Giştî yê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesût Tek û Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik  axivîn.

Di axaftinên xwe da, serokên giştî yên PAK û PSKyê, di derbarê xebatên hilbijartinê yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat û encamên hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an da, nirxandinên berfirek kirin û bîr û rayên xwe anîn zimên.
Herwiha Ozçelîk û Tek, berdewamîya Tifaqa Welatperwer û Demokrat bilind nirxandin û gavên pêwîst di vî warî da jî şîrove kirin.
Di civînê da, Berdevkê PDK-Bakur Hamît Kiliçarslan û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên li Mêrdînê û herwiha endamên Komîsyona Hilbijartinê ya Mêrdînê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat û rêvebir û endamên PAK û PSKyê jî amade bûn.
Civîn bi pirs û bersîvan, bi şîroveyên beşdaran, bi awayekî berhemdar bi dawî hat.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist