Mustafa Ozçelîk: Em biryara lidarxistina konferansa hevbeş ya partîyên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin!

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:

Em biryara lidarxistina konferansa hevbeş ya partîyên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin!

Li gorî agahdarîyên Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) rêzdar Mihemed İsmaîl ji “Welat TV” re ragihandîye; partiyên siyasî yên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê, li ser lidarxistina konferanseke berfireh ya ji bo ragihandina nêrîneke siyasî ya hevbeş li hev kirine. Herweha ev konferans dê şandeyek hevbeş hilbijêre da ku bi van nêrîn û daxwazan li gel desthilata Şamê danûstendinan bike.

Rêzdar Mihemed Îsmaîl diyar kirîye ku dê di demeke nêzîk de bi piştevanîya rêzdar Serok Mesûd Barzanî, rêzdar Mezlûm Ebdî û aliyên Amerîkî û Fransî ev konferans bê lidarxistin.

Rêzdar Mihemed Îsmaîl da zanîn ku partîyên endamên ENKSyê, endamên  PYNKyê û hinek partîyên ku  ji derveyî van herdu hevkarîyan dê beşdarî vê konferansê bibin û dê hejmara wan ji 50yî zêdetir bin.

Em vê pêngavê û biryara konferansê pîroz dikin.

Em hêvî dikin ku konferans dê di demeke herî nêz de li dar bikeve û dê konferans bernameyeke hevbeş ya ku daxwazên neteweyî, demokratîk ên miletê Kurd û statuyeke sîyasî dihewîne dîyar bike.

Em hêvîdarin ku dê di konferansê de li ser vê bernameya lihevkirî şandeke hevbeş bê hilbijartin û ev şandeya hevbeş dê wek nûnerê miletê Kurd li gel Şamê  bibe mixatab.

Em ji bo van hewldan, xebat û rolên wan ên êrênî spasîya rêzdar Serok Mesûd Barzanî, rêzdar Mazlûm Ebdî, dewletên Emerîka û Fransayê dikin. Herweha em spasî û pîrozbahîya hemû piştgirên konferansê û hemû partîyên ku dê beşdarî vê konferansê bibin dikin.

09.04.2025

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê  Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e