Muna Qehweçî: Nabe wezîrên kurd bêyî rizamendîya serkirdetîya Kurdistanê bên kifşkirin

Sekretera parlementoya Kurdistanê Muna Qehweçî dibêje, divê serokwezîrê nû yê Iraqê mafên Destûrî yên Herêma Kurdistanê biparêze.

Navenda Nûçeyan - Parlementera Kurdistanê û sekretera parlementoyê, Muna Qehweçî ji BasNewsê re got, divê ew wezîrên kurd yên kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ji alîyê dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê ve bên destnîşankirin. Nabe bêyî rizamendîya serkirdetîya Kurdistanê, nûner û wezîrên kurd bên destnîşankirin.

Muna Qehweçî her wiha got, divê serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Tofîq Ellawî girêdayî Destûrê be û mafên Destûrî yên Herêma Kurdistanê jî biparêze.

Sekretera parlementoya Kurdistanê da zanîn, danûstandin di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser vê mijarê hene û wezîrên kurd dê bi rêka lihevkirinê bên destnîşankirin.

Serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Ellawî dibêje, nabe ti partî û alîyekî sîyasî di destnîşankirina wezîran de destwerdanê bike û nabe ti wezîrek alîgir yan jî endamê/a partîyên sîyasî be.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist