MSD: Kurd, bi rola erênî ya serok Barzanî ve dikarin bigehin rêkeftinê

Berdevkê Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) radigihîne, di vê qonaxa niha de divê alîyên Kurdî li ser xalên sereke yên çarenivîsa Kurd pê ve girêdayî ye yekhelwest bin, ji bo cihê xwe di Sûrîyeya pêşerojê de biparêzin.

Navenda Nûçeyan- Berdevkê MSDê Emced Osman li ser pêngavên yekrêzîya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji K24ê re ragihand, piştî êrîşa artêşa Tirkîyê li ser Serê Kanîyê û Girê Sipî, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî destpêşxerîyek bo yekrêzîya alîyên sîyasî yên Kurdî destpê kir, hin astengî û zehmetî li pêş vê destpêşxerîyê hebûn, lê HSDê fişarên xwe kirin û hîşt ev destpêşxerî biser bikeve û zemîneke yekrêzîyê peyda bibe.

Emced Osman got: Hin daxwazên ENKSê hebûn û komîte ji bo wan daxwazan ava bûn û cidîbûnek ji alîyê HSDê ve bo serxistina vê destpêşxerîyê hebû, ji ber wê jî ENKSê gaveke erênî avêt û dest bi vekirina nivîsgehên xwe dike.

Berdevkê MSDê dîyar kir: Krîza Sûrîyê, pirseke navdewletî û doza Kurdî jî di nav de. Heger îradeyeke cidî û rastî ya alîyên Kurdî bo çareserkirina doza Kurdî di Sûrîyê de nebe, dê ti destpêşxerîyên din biser nekevin. Ligel wê jî divê pêwendîyên bi hemû alîyên herêmî û navdewletî re li ber çav werin girtin.

Osman ragehand: Ne yekîtîya Kurdî tê xwastin, belkî di vê qonaxa niha de divê alîyên Kurdî li ser xalên sereke yên çarenivîsa Kurd pê ve girêdayî ye yekhelwest bin, ji bo metirsîyên li ser xwe rakirin û cihê xwe di Sûrîyeya pêşerojê de biparêzin.

Amaje bi wê jî da: Armanc ew e, em li ser kêmtirîn ast bigihin lihevkirinekê, pêştir jî hin ezmûn hebûn, lê mixabin biser neketin. Ji bo serxistina vê destpêşxerîyê divê alîyên Kurdîstanî jî rolekê bibînin. Herwiha Birêz Serok Masûd Barzanî dikare roleke mezin û erênî bibîne, ta Kurdên Sûrîyê bigihin rêkeftinekê.

 

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da