Moskow Dibêje Rûsya û Tirkîyê Peyvajoya Aştî li Lîbyayê Dikin

Wezareta derve ya Rûsya ragihand ku Wezîrê Derve yê Rûsî Sergey Lavrov û hevtayê wî yê Tirk Mevlut Çavusoglu îro Duşemê li ser pêdivîya hevkarîyê jibo afirandina mercên peyvajoyeke aştîyê li Lîbyayê hevbîr bûn.

Navenda Nûçeyan - Wezareta derve ya Rûsya ragihand ku Wezîrê Derve yê Rûsî Sergey Lavrov û hevtayê wî yê Tirk Mevlut Çavusoglu îro Duşemê li ser pêdivîya hevkarîyê jibo afirandina mercên peyvajoyeke aştîyê li Lîbyayê hevbîr bûn.

Wezaretê di daxuyanîyekê de got ku piştî telefona di navbera Lavrov û Çavusoglu da, her du alîyan li hevkir ku dîplomatekî nû yê Neteweyên Yekbûyî bo Lîbyayê bi lezgînî were destnîşan kirin.

Wezareta derve ya Rûsyayê berê piştgirîya xwe ji însîyatîfa Misirîre dîyar kiribû ku di navbera alîyên şerker yên li Lîbyayê danûstandinekê pêş bixe.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di pevçûna Lîbyayê da Rûsya û Tirkîye piştewanîya alîyên dijber dikin.

Dengê Amerîka

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist