Mizrakli û Yilmaz hatin desteserkirin

Hevserokê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli ku qeyûm li şûna wî hatîye danîn ‎û Hevseroka Şaredarîya Kayapinarê Keziban Yilmaz hatin desteserkirin.‎

Navenda Nûçeyan- Li beramber sîyasetmedar û serokên şaredarîyan ên HDPê operasyonek hat destpêkirin.

Hevserokê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, Selçuk Mizrakli ku qeyûm li şûna wî hatîye danîn ‎û Hevseroka Şaredarîya Peyasê, Keziban Yilmaz îro demjimêr 06.00 li malên xwe hatin ‎desteserkirin.‎

Di serdegirtinên malan de Hevserokên Şaredarîya qezaya Bismilê ya Amedê Gulcan Ozer û ‎Orhan Ayaz û Hevseroka Şaredarîya Kocakoy Rojda Nazlier jî hatin desteserkirin.‎

Selçuk Mizrakli, li ser pişka HDPê di hilbijartinên 31ê Adara 2019an de ji sedî 62ê dengan bidest ‎xistibûn û weke Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê hatibû hilbijartin.

Mizrakli, 19ê ‎Tebaxa 2019an ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkîyê ve ji kar hatibû dûrxistin.‎

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir