Mizrakli: Li dijî desteserkirina îradeya Kurdan pêngavên şênber biavêjin

Hevserokê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, Selçuk Mizrakli ku ji kar hat dûrxistin û piştre hat girtin, ji ‎Girtîgeha Bunyanê nameyek ji raya giştî ya navxwe û navdewletî re şand û got: “Li dijî desteserkirina ‎îradeya Kurdan pêngavên şênber biavêjin.”‎

Navenda Nûçeyan- Hevserokê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê  Selçuk Mizrakli ‎ku bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkîyê ‎ji kar hat dûrxistin û qeyûm li şûna wî hat danîn, ji Girtîgeha Bunyanê nameyek ji raya giştî ya navxwe û ‎navdewletî re nivîsî.‎

Mizrakli ku di Hilbijartinên 31ê Adarê de bi wergirtina ji sedî 62ê dengan wek serokê Şaredarîya Bajarê ‎Mezin a Amedê hat hilbijartin, ji ber lêpirsînekê 19ê Tebaxê ji kar hat dûrxistin û paşê hat girtin, di ‎nameya xwe de dibêje: "Desteserkirina îradeyê, ne biryareke hiqûqî ye, lê karekî eşkere ye ku Kurd dê ‎nikaribin kesên bajarên wan birêve bibin hilbijêrin."‎

Mizrakli tekez dike ku ji ber nasnameya xwe ya Kurdî dikevin ber guşaran û dibêje: "Li Tirkîyê kuştina ‎hiqûqê heye. Mînak, sedema girtina min a di 22ê Cotmeha 2019an de, îfadeya beredayî ya kesê bi navê ‎H.B.A ye ku Gulana 2016ê li qezaya Nisêbînê ya Mêrdînê tê girtin û berî hilbijartinên xwecihî bi 11 rojan ‎wate 20ê Adara 2019an dijî me daye."‎

Mizrakli dide zanîn ku kesê gilîyê wî kirîye ji ber îtîrafên xwe Îlona 2019an hatiye azadkirin û dibêje: ‎‎"Wek siyasetmedar û serokê şaredarîyê ku hatime hilbijartin û di girtîgehê de me, bang li raya giştî ya ‎navdewletî, rêxistinên maf û hêzên demokrasîyê dikim ku li Tirkîyê dijî desteserkirina mafê Kurdan ê ‎hilbijartin û hilbijirînê gavên şênber biavêjin, bo rakirina guşarên ser partî û tevgerên siyasî dengê xwe ‎derxînin û bo hatina dadmendîyê têbikoşin."

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist