Mîtînga Alî Zîver Çakiyî Mûş hejand!

Namzetê Serbixwe yê Mûşê Ziver Çaki, îro (28.03.2019) li Meydana Beledîyeyê ya Mûşê mîtînga xwe ya hilbijartinê li dar xist. Gelê Mûşê eleqeyeke germ û mezin nîşanî mîtînga namzetê serbixwe yê Mûşê da.

Namzetê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat yê Mûşê Ziver Çaki, îro (28.03.2019) li Meydana Beledîyeyê ya Mûşê mîtînga xwe ya hilbijartinê li dar xist. Gelê Mûşê eleqeyeke germ û mezin nîşanî mîtînga namzetê serbixwe yê Mûşê da.

Girseya mîtîngê bi stranên Kurdî dîlan gerandin.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û gelek rêvebir û endamên PAKê û PSKyê beşdarî mîtîngê bûn.

Endamê Meclîsa PAKê Mirza Akar pêşkêşîya mîtîngê kir.

Cîgirê Serokê Giştî yê PSKyê Hasan Dagtekin, Endamê Meclîsa PAKê Sîrac Kirici û namzetê serbixwe yê Mûşê Alî Zîver Çaki di derbarê sîyaseta Tifaqa Welatperwer û Demokrat û projeyên birêvebirina şaredarîyan de bîr û rayên xwe anîn zimên.

Polîsê Mûşê nehişt ku Tifaqa Welatperwer û Demokrat alayên Kurdistanê bixe meydana mîtîngê û bi kamera û tedbîrên polîsî yên gelekî zêde xwest çavê girseyê bitirsîne. 

Lê li gel vê helwesta polîsan û li gel ku baran jî dibarîya, xelkê Mûşê pêşewazîyeke baş nîşanî mîtînga namzetê serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat da.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist