Mistefa Ozçelîk: Piştî ragehandina encamên hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyeyê guhertin rû didin

.

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di derheqa encamên hilbijartinên şaredariyên Tirkiyeyê de radigehîne, “Di dema ragehandina encamên hilbijartinên şaredariyan de guhertin dê çê bibin”.

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mistefa Ozçelîk îro (Duşem, 01ê Nîsana 2024ê) ji K24ê re ragehand, “Di hilbijartinên şaredariyên Tirkiyeyê de, xelkê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bêminetiya AK Partiyê re got: êdî bes e”. Herwesa got, “Di dema ragehandina encamên hilbijartinan de, guhertin dê bên dîtin”.

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) herwesa amaje da, “AK Partî û MHP di vê piroseya hilbijartinan de şkestinên mezin anîn, CHPyê piştî hilbijartinên serokatiya komara Tirkiyeyê li sala 2023ê dengên xwe zêde kirine, ev jî wê yekê berçav dike ku li Tirkiyeyê hêdî hêdî guhertin di desthilatê de çê dibin”.

Li dû encamên destpêkê yên vavartina 99.8% ya dengan li parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, CHP li rêza yekê ye ku 37.74% ya dengan û 14 şaredariyên mezin bi dest xistine.

Duhî (Yekşem, 31ê Adara 2024ê) hilbijartinên şaredariyan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin destpêkirin, heta niha 99.8% ya dengan hatine vavartin. Li dû encamên destpêkê, CHP li rêza yekê tê, bi pêş AK Partiyê keftiye û 37.74% ya dengan bi dest xistiye”.

Di derheqa partiyên Kurdistanî de jî, Dem Partî li 10 bajarên Bakurê Kurdistanê pêşeng e. Ew jî ev bajar in; Ixdîr, Amed, Wan, Sêrt, Mêrdîn, Dêrsim, Êlih, Mûş, Colemêrg û Agirî.

Kurdistan24

Kurdistan Haberleri

Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê M. Can Azbay: Muzeya Pêşewa Qazî Mihemed Nîşana Hişmendîyeke Neteweyî û Niştimanî Ye
Fermandarê Pêşmerge yê Eniya Kerkûkê: Em amade ne bi dil û can xaka pîroz biparêzin
Îlham Ehmed: Em bi dilgiranî li zêdebûna vegotina kînê dinêrin
Hinek girtî ji Girtîgeha Evînê reviyan
Joanne Cummings: Ez bawer nakim Amerîka piştgiriyê bide armancên HSDyê