Mistefa Meşayix: Şanda Kurdî û Şamê li ser awayê danûstandinan li hev kirin

Şandeke alîyên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê û Hikûmeta Sûrîyê li Şamê civîyan. Serkirdeyekî Yekîtî û endamê şanda Kurd a li Şamê jî dibêje, ew li gel Sûrîyê rêkevtine ku li ser hemû dosyeyên di çarçoveya komîteyên taybet de danûstandinan bikin.

Navenda Nûçeyan - Endamê Şanda hevbeş a Kurd ji bo danûstandina li gel hikûmeta Sûrîyê, Mistefa Meşayix ji Rûdaw re ragihand, ku berpirsê ofîsa Asayîşa Niştîmanî ya Sûrîyê û Cîgirê Seorkê Sûrîyê Elî Memlûk ji alîyê Beşar Esed ve hatîye erkdarkirin, ku nûneratîya hikûmeta Sûrîyê di danûstandinan de bike. 

Mistefa Meşayix dîyar kir, di civîna wan a dawîyê de ligel berpirsên hikûmeta Sûrîyê, wan herdu alîyan lihev kirine, ku bi navbênkarîya Rûsyayê dest bi danûstandinên cidî bikin.

Cîgirê Sekreterê Partîya Yekîtîya Demokrata Kurdî li Sûrîyê (Yekîtî) dîyar kir, li gor wê lihevkirinê, herdu alîyên Kurd û hikûmeta Sûrîyê dê li ser pirsên leşkerî, perwerde, birêveberî, petrol û doseyên din dest bi gotûbêj û danûstandinên cidî bikin.

Wî rayedarê partîya Yekîtî ku endamê şanda Kurdî ya li Şamê ye, herwiha got, piştî destpêkirina danûstandinan, ew dê komîteyên cor bi cor ji herdu alîyan ava bikin, ji bo ku li ser pirsên perwerde, leşkerî û yasayî lihev bikin.

Partîya Yekîtî di nava refên Encûmena Sûrîyeya Demokratîk de cih digire.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist