Mistefa Kazimî peyamek bi zimanê kurdî belav kir

Mistefa Kazimî ku ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê hat erkdar kirin, peyamek bi sê zimanên Îngilîzî, Erebî û Kurdî belav kir û soza kar kirina bo çareser kirina krîzan da.

Navenda Nûçeyan - Mistefa Kazimî di tora xwe ya civakî twitterê de bi zimanê Kurdî ragehand: Bi erkdar kirina min a ji bo peywira Serokê Hikûmeta Iraqê ve, soz li hember gelê me yê bexşande didim, kar ji bo pêkanîna hikûmetekê dikin, ku daxwazên Iraqîyan bixe karê xwe yê serekî û serwerîya welat û mafan biparêze û kar ji bo çareserkirina qeyranan û pêşvebirina aborîyê bike.

Îro piştî Ednan El Zurfî dest ji pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê vekişand, Mistefa Kazimî bi fermî ji alîyê Serokkomarê Iraqê Berhem Salih ve ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê hate erkdar kirin.

Hêzên Şîe, Sune û Kurd piştevanîyê li Mistefa Kazimî dikin û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendîyeke telefonî de, piştevanîya xwe ji Kazimî re ragihand.

Siyaset Haberleri

Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin
Welatiyên Qamişlo li dijî buhabûn û nebûna xizmetguzariyan daketin kolanan
Serokwezîrê Brîtanyayê dev ji karê xwe berda