Mistefa Kazimî, erkê serekî yê hikûmeta xwe aşkera kir

Mistefa Kazimî ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatîye erkdar kirin, erkê serekî yê hikûmeta xwe aşkera kir.

Navenda Nûçeyan - Îro 15.04.2020ê serokwezîrê bo pêkanîna hikûmeta Iraqê hatîye erkdar kirin Mistefa Kazimî di civîneke li gel hejmarek nivîskar û rojnamevanan de ragehand, karê serekî ewe Iraqê ji nakokîyên herêmê dûr bixe.

Mistefa Kazimî got, piştî bibe serokwezîr dê hewl bide guftûgoyên cîdî li gel Amerîkîyan bo çawanîya mana wan li Iraqê bike û her hewldanekî jî dê bide bo rêgirtina li bikaranîna axa Iraqê bo zelal kirina nakokîyên Amerîkayê û Îranê.

Derbarê endamên kabîneya xwe de jî Kazimî got, navê hemû wezîrên kabîneyê amade ye û naha li qonaxa danûstana li gel alîyên sîyasî de ye, bo razî bibin û li parlamentoyê dengê bawerîyê bidene wî.

Kazimî got, çareser kirina krîza aborî û rêgirîya li belavbûna zêdetir a şewba korona karê herî serekî yê hikûmeta wan dibe.

Basnews

Siyaset Haberleri

Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye
Pêwendiya telefonî ya Sine û Silêmaniyê: 'Ji bo alîkariyê amade ne'