Mismarî: Hezar çeteyên Sûrî li Lîbyayê hatine kuştin

Peyvdarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê radigihîne, Tirkîyê 17 hezar çete ji Sûrîyê anîne Lîbyayê û ji bo di şer de biser bikeve jî, pabendî ti perensîpan nabe.

Navenda Nûçeyan - Peyvdarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Lîwa Ehemed Mismarî ji rojnameya “aawsat” re ragihand, Tirkîyê dora 17 hezar çete ji Sûrîyê veguhastine Lîbyayê, hejmarek ji wan vegerîyan Sûrîyê û zêdetir ji hezar kesî ji wan hatin kuştin.

Got jî: Tirkîye xwedî artêşeke bihêz e û endameke NATOyê ye, lê bi awayekî rasterast li kêlek grûpên çeteyan şer dike, Tirkîye ji bo di şer de biser bikeve, bi ti perensîpan pabend nabe.

Da zanîn jî, artêşa Tirkîyê gefê bikaranîna hêzê bi awayekî zêde li dijî Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê dixwe û di rojên bûrî de 4 firokeyên wê yên şer û firokeyeke dagirtina sotemenîyê manoreke armanckirina pêgehên di hundir Lîbayayê de birêve bir.

Tekez kir jî, ew xwedî maf in û bawerîya wan bi gelê Lîbyayê heye, ji ber wê ew ji Tirkîyê natirsin û ewê heta bidawîyê şer bikin û berevanîyê lixwe bikin.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist