Misirê biryara Parlemantoya Tirkîyê şermezar kir

Wezareta Derve ya Misirê îro bi daxuyanîyeke nivîskî biryara Parlemantoya Tirkîyê ya pesendkirina şandina leşkerên Tirkîyê bo Lîbyayê şermezar kir.

Navenda Nûçeyan- Di daxuyanîyeka nivîskî da Wezareta Derve ya Misirê ragihand: “Şandina leşkerên Tirk dikane bandoreke neyênî li aramîya herêma Deryasipî bike.”

Wezareta Derve ya Misirê bang li civata navneteweyî kir ku demûdest bersîvdana wê biryara Tirkîyê bide.

Parlamana Tirkîye îro bi 325 beramber 184 dengan, daxwaza Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan pejirandibû û rê li ber hikûmeta wî vekiribû ku hêzên leşkerî bişîne Lîbyayê.

Hikûmeta Terablûsê Fayiz Serrac berîya bi denekê serdana Tirkîyê kiribû û ligel Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan civîyabû.

Şer di navbera hikûmeta Trablûsê û hêza Xelîfe Hafter da heye. Tirkîye û Neteweyên Yekgirtî piştevanîya hikûmeta Terablûsê dikin. Herwiha welatên Kendava Erebî, Îsraîl, Yûnanîstan jî piştevanîya Xelîfe Hafter dikin.

Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist